ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Mucteba Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê
Piştî rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di êrîşa DYE û Îsraîlê de mir, kurê wî Mecteba Xameneyî bû rêberê olî yê nû yê Îranê. -
BAE: Îranê zêdetirî 1000 carî êrîşî me kir
Wezareta Karên Derve ya Îmaratên Yekbûyî yên Erebî ragihand ku ji destpêka pêvajoya bersivdayînê ya li dijî êrîşên DYE-Îsraîlê ve Îranê zêdetirî 1000 carî êrîşî wan kiriye. -
Fransa keştiyeke balafiran dişîne Deryaya Spî û pergala parastinê dişîne Qibrisê
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku keştiya balafiran Charles de Gaulle dê li Deryaya Spî were bicihkirin û pergala parastinê wê li Qibrisê werin bicihkirin. -
Artêşa DYE’yê: Li Îranê zêdetirî 1700 hedef hatin lêdan
Fermandariya Navendî ya DYE’yê ragihand ku di çarçoveya êrîşên li dijî Îranê de zêdetirî 1700 hedef hatine lêdan. -
Îsraîl: Me fermandarê Hêza Qudsê ya Îranê kuşt
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di êrîşa hewayî ya li Tehranê de fermandarê Hêza Qudsê ya Îranê yê Lubnanê Dawud Alizadehde kuşt. -
Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê çalakiya protestoyî kirin
Piştî bomberdûmana li yek navendên Basîc ya Supaya Pasdaran, girtiyan li dijî ragirtina wan ya li nava girtîgehê nerazîbûn nîşandan û betaniyên nava girtîgehê şewitandin. -
Hat îdiakirin ku Îsraîl Konseya Pisporan a Kumê hedef kiriye
Kanal 12 ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê civîna Konseya Pisporan ya Îranê ku ji bo hilbijartina rêberê bilind yê nû kom bûbû, hedef girtiye. Rayedarekê Îsraîlî ev agahî piştrast kir. -
Gelek navendên ewlehiyê yên rejîma Îranê hatin bombebarankirin
Ji saetên sibehê ve balafirên Amerîka û Îsraîlê bi dijwarî hemû navend û baregehên ewlekariyê yên rejîma Îranê ya li navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike. -
Roja 4’an: Tengav di hedefê de ye, Beyrûd û Tehran hatin bombebarankirin
Di roja çaremîn a êrîşên Îsraîl-DYE’yê yên li dijî Îranê de, pevçûn di asta herêmî de bêtir belav dibe. Trump bersiva daxwazên ji bo hevdîtinan da û got “êdî pir dereng e." -
Li Îranê girtî weke mertalên zindî tên bikaranîn
Îran girtiyên siyasî weke mertal bikar tîne. Tê îdîakirin ku li Girtîgeha Kizilhisarê girtî bi awayekî komî tên înfazkirin. -
Îsraîl li Lubnanê dest bi operasyona bejahî kir
Artêşa Îsraîlê li sînorê başûrê Lubnanê dest bi operasyona bejahî kir. Çavkaniyê leşkerî yê Libnanê, ragihand ku operasyon li dora deşta Kfar Kila û Khiam pêk tê. -
Îranê bazirganiya xurekê sekinand
Hikumeta Îranê bazirganiya xurek û çandiniyê ya ber bi derveyî welat ve qedexe kir. Jİ bilî Başmakê deriyên sînor hemû li bazirganiyê hatin girtin. -
Muxafizên Şoreşê: Deriyên dojehê wê bên vekirin
Muxafizên Şoreşê yên Îranê hişyarî da ku êrîşên li dijî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê wê bidomin. -
Îran hêzeke zêde li Rojhilatê Kurdistanê bi cih dike
Li gorî agahiyan, Muxafizên Şoreşê yên Îranê hêzeke zêde li Rojhilatê Kurdistanê bi cih kiriye. -
Îsraîl-DYE'yê bombe li Girtîgeha Evînê barand
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de beşek ji dîwarên Girtîgeha Evînê hilweşiya ye û li ser rewşa girtiyan ew nikarin agahiyan bi dest bixin. -
Serokkomariya Îranê û Konseya Ewlekariyê hate bombekirin!
Îsraîlê ragihand ku li paytexta Îran Tehranê êriş birine ser avahiya Serokkomariyê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî. Li Îranê hejmara qurbaniyan gihîşt 800 kesî. -
Axios: Trump di çarçoveya şerê Îranê de bi Barzanî û Talabanî re axivî
Hat ragihandin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump, têkildarê rêveçûn û şerê muhtemel ê DYE û Îsraîlê yê li hember Îranê li gel serokên Herêma Kurdistanê bi telefonê axiviye. -
Îsraîl li Lubnanê berê xwe dide nuqteyên nû yên stratejîk
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz anî ziman ku destûr ji artêşê re hatiye dayin ku nuqteyên nû yên stratejîk ên li Lubnanê kontrol bike. -
Şer berfireh dibe: 'Pêla mezin hîn nehatiye'
Li Rojhilata Navîn şer di roja çaremîn de li cografyayeke hîn berfireh belav bû. Li hedefên DYE'yê yên li Kendavê hate xistin. Êrişên li hemberî hev ên Îran û Îsraîlê dewam dikin. -
Îran: Me 40 leşkerên DYE’yê kuştin
Îranê diyar kir ku wê li Dubaiyê li cihê kombûna leşkerên DYE’yê xistiye û 40 leşkerên Emerîkayê kuştine. -
Îran: Tengava Hurmuzê hat girtin
Pastarên Şoreşê yên Îranê daxuyand ku Tengava Hurmuzê girtine û diyar kir ku keştiyên ku hewl bidin derbas bibin wê bibin hedef. Girtina tengavê, ji bo bazirganiya petrolê ya cîhanî girîng e, wê encamên cidî li ser aboriya cîhanê çêbike. -
Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên eşkere kir ku Hewlêr li rastî êrîşên dijwar hatiye û bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin. -
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 52 kes jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de 52 kes jiyana xwe ji dest dan û 154 kes birîndar bûn. -
Weqfa Nêrgiz Mihemedî ji bo girtiyên li Îranê banga lezgîn kir
Weqfa Nêrgiz Mihemedî ragihand ku girtiyên li girtîhenên Îranê di bin metirsiyê de ne û darvekirin bi dizî têne kirin û ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirin û sûcên mirovî banga lezgîn li Netweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî hate kirin. -
DYA: Ev ne operasyoneke avakirina demokrasiyê ye
Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Pete Hegseth, diyar kir ku operasyonên li dijî Îranê ne bi armanca “avakirina demokrasiyê” ne û ragihand ku ew ê “bi qasî ku pêwîst bike êrişan bidomînin.